Li Ispartayê otobusa rêwiyan welgeriya: 29 birîndar
Li Ispartayê otobusa rêwiyan welgeriya û li gorî encamên destpêkê 3 jê giran 29 kes birîndar bûn.
Isparta
Li Ispartayê otobusa rêwiyan welgeriya û li gorî encamên destpêkê 3 jê giran 29 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 63 DV 750 ye lê nasnameya ajokarê wê hê diyar nîne, li ser guzergeha rêbejaya Konya-Ispartayê li tanga Şarkikaraagaç û Goksogutê welgeriya.
Gelek ekîbên îtfaiye û polêsan ji bo ciyê ku qeza lê çêbû hatin şandin. Di qezayê da li gorî encamên destpêkê 3 jê giran 29 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Yalvaç, Gelendost û Şarkikaraagaçê.