Li hin herêmên Stenbolê barîna berfê didome
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) -
Li hin navçeyên Stenbolê berfa ku nîvê şevê dest pê kir, bi navber tesîra xwe didomîne.
Li Milê Anadoluyê jî li Umraniye, Sultanbeyli, Sancaktepe, Kartal, Maltepe, Çekmekoy û Beykozê li cihên bilind barîna berfê didome.
Li cihên berf dibare, baniyên avahiyan, wesayîtên parqkirî, peyarê û devê rêyan bi berfê venixumîn.
Li Milê Ewropayê bi taybetî li Sîlîvrî û Çatalcayê tesîra barîna berfê berdewam e.
Her wiha li Buyukçekmece, Fatih, Esenyurt, Bagcilar, Sultangazî, Başakşehir, Beylikduzu û Arnavutkoyê barîna berfê bi navber didome.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
