Tirkiye

Li herêma operasyona Pençe-Kilîtê birûskê li kozikê xist û eskerek şehîd ket

Orhan Onur Gemici  | 02.05.2024 - Rojanekırın : 03.05.2024
Li herêma operasyona Pençe-Kilîtê birûskê li kozikê xist û eskerek şehîd ket

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li herêma operasyona Pençe-Kilîtê birûskê li kozikê xist û di encamê da Çawîşê Pispor ê Peyade Saît Toktaş şehîd ket.

Di daxuyaniya wezaretê da ev hatin gotin:

"Li herêma operasyona pençe-Kilîtê ji ber ku birûskê li kozikê xist hempîşeyekî me yê qehreman Çawîşê Pispor ê Peyade Saît Toktaş şehîd ket. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest da, bike. Serê malbata wî, Artêşa Tirkiyeyû û gelê me sax be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.