Muhammed Nuri Erdoğan
26 Gulan 2024•Rojanekirin: 27 Gulan 2024
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand ku li herêma Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê 3 terorîstên PKK/YPGyî yên ku guleyên tacîzê berdan, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ku dijî guleyên terorîstan ên tacîzê bersiv hat dayîn û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêzên me yên Çekdar ên Tirk ên qehreman li herêma Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê 3 terorîstên PKK/YPGyî yên ku guleyên tacîzê berdan bi wasiteyên piştgiriyê yên guleberdanê va berteref kirin."