Tirkiye

Li herêma Kaniya Aştiyê terorîstek hat berterefkirin

Hat ragihandin terorîstekî YPG/PKKya rêxistina terorê ku dixwest derbasî herêma Kaniya Aştiyê bibe hat berterefkirin.

05.08.2020 - Rojanekırın : 05.08.2020
Li herêma Kaniya Aştiyê terorîstek hat berterefkirin

Ankara

 Hat ragihandin terorîstekî YPG/PKKya rêxistina terorê ku dixwest derbasî herêma Kaniya Aştiyê bibe hat berterefkirin.

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî weşand û ragihand ku komandoyan li herêma Kaniya Aştiyê careke din rê hewla YPG/PKKya rêxistina terorê girt.

Daxuyaniyê da hat gotin ku terorîstekî PKK/YPGê yê dixwest zirarê bide aramî û ewlehiya herêmê hat berterefkirin.

Ji hêla din va hat gotin ku komandoyan li Xakurka bakurê Iraqê di xebatên lêgerîn, keşif û çavdêriyê da 3 tiving, roketavêjek, 36 bombe û gelek cebilxaneyên PKKê bi dest xistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.