İsmet Karakaş
27 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand li herêma Herekata Mertalê Feratê 2 eskerên bipeyman ji ber êrîşa terorîstan şehîd bûn.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin, li herêma Herekata Mertalê Feratê terorîstan duh êrîşî baregeha yekîneyê kirin, eskerên bipeyman Mevlut Yogurtçu û Mert Otal şehîd bûn.
Hat gotin piştî êrîşê 2 esker rakirin nexweşxaneyê, lê li hemberî hemû hewldanan ew şehîd bûn.
Daxuyaniyê wiha dewa kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yê ezîz yên ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da şehîd bûn bike, serê malbatên wan yên dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be."