Tirkiye

Li Herêma Rojhilat berf wê tesîra xwe car caran bidomîne

Hilmi Tunahan Karakaya  | 01.12.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
Li Herêma Rojhilat berf wê tesîra xwe car caran bidomîne

Erzurum

 Li Herêma Rojhilat berfa ku serê sibehê dest pê kir û binavber dibare wê tesîra xwe bidomîne.

Li gor daxuyaniya ji alî Midûriyeta Herêma 12mîn a Metyeorolojiyê hat dayîn li herêmê wê ewrayî pir be û car caran jî wê berf bibare.

Serê sibehê berfa ku li Erzirom û Erdexanê dest pê kir piştî nîvrojê wê li rojhilatê Erziromê, deverên bilind ên der û dora Qers, Agirî û Erdexanê tesîra xwe zêdetir bike.

Germahiya hewayê wê li gor demsalê be û bayê ku ji alî û rojava û başûr jî bê wê bi leza di navbera 50 û 80 kîlometreyî da cihê xwe ji bahozê ra bihêle.

Ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî bahoza ku wê bi tesîr be bila baldar û bi tewdîr bin.

Li herêmê bişev germahiya herî kêm li Erdexanê sifir û li Îdirê 3, Tuncelî û Agiriyê 4, Arzrom, Erzincan û Qersê jî 5 pile hat pîvandin.

Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Îdirê 11, Tunceliyê 8, Agiriyê 7, Erziromê 5, Qersê 4, Erzincanê 3 û Erdexanê jî sifir pîle tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.