
Doguyê mazbataya xwe ji destê Serokê Lijneya Navçeyê Raşît Hunal girt û bi endamên meclisê yên şaredariyê ve çû Şaredariya Hezroyê. Dogu bi şarpeya xwe ve dest bi serokatiyê kir.
Doguyê pîrozbahî qebûl kirin û nûçegihanê AAyê re got ku dema ku ew di zanîngeha Selçukê, Fakulteya Perwerdeyê de xwendekar bûye, ji ber ku sergirtî bûye 2 caran cezayê dûrxistinê xwariye.
- "Jinan baweriya xwe bi me anî"
Dogu wiha axivî: "Ji bo ku ez bi serê xwe yê girtî ve bûm şaredar, ez kêfxweş û şanaz im. Ez şaredara navçeya Hazroyê ya yekemîn im. Ji ber vê yekê ez jî, welatî jî pir bi kelecan in. Di nav 5 salan de em ê karên baş bikin. Hem bi giştî û hem jî ji bo jinan projeyên me hene. Hilbijartina me, ji bo jinan bû mînak. Piştî hevdîtinên bi jinan re me bersîveke baş hilda. Dibêjin ku ez ê pirsgirêkên jinan çareser bikim. Jinan baweriya xwe bi me anî."
Rukiye Daghan Çetîna ku Endama Meclisa Şaredariya Hezroyê ye jî daxuyand ku ev cara ewil e ku 3 jin dê di meclisa şaredariyê de wezîfeyê bikin û wiha got: "Ji ber ku Hezro navçeyeke muhafizakar e, jin li paş dimînin. Em ê bi şaredara xwe ya jin ve hin tiştan biguherînin. Jîn dê bi rehetî werin şaredariyê û pirsgirêkên xwe bibêjin. Jin ji ber vê kêfxweş in."