Tirkiye

Li herêmên erdhej bi tesîr bû welatî wê bikaribin li mizgeftan bimînin

Sertaç Bulur  | 06.02.2023 - Rojanekırın : 07.02.2023
Li herêmên erdhej bi tesîr bû welatî wê bikaribin li mizgeftan bimînin

Ankara

 Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ji bo welatiyên li herêmên ku erdhejê lêxist daxuyanî da û got ku welatî bi rêberiya wezîfedarên miftîtiyan va dikarin li mizgeftên musaît bimînin.

Erbaş ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê erdheja li Pazarcika navçeya Qehremanmeraşê qewimî û li gelek bajaran hat hîskirin da daxuyanî da û got ku bila ji bo herkesî derbasî be.

Erbaş destnîşan kir ku wek Serokatiya Karên Diyanetê û Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ew ê piştgiriya welatiyên li herêmên erdhejê lêxist, bikin û wiha domand: "Welatiyên me yên li herêma erdhêjê ku nikarin bikevin malên xwe dema bixwazin bi rêberiya wezîfedarên miftîtiyan va dikarin li mizgeftên musaît bimînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın