
Di civatên ku otorîteya dewletê û sîstema hiqûqê hin baş nehatiye rûniştin de malbat hewl didin ku pirsgirêkan bi metodê xwe ve çareser bikin. Ji ber vê dozên xwînê çêdibin û hin caran salek, hin caran jî sed salan ev doz dewam dikin.
Parîn diyar kir ku dozên xwînê bi zêdeyî ji aliyê rêvebirên dewletê ve, rûspîyan ve û mezinên malbatan ve tên çareserkirin û aştî çêdibe.
Alk. Doç. Dr. Parîn ragihand ku gundî dema ku pirsgirêkek çêdibe ji bo ku bê çareserkirin serî axayê eşîretê didin. Lê piştî 1980an koçberîya bajaran çêbû û navbeynkariya axayan ji holê rabû. Mirovan dest pê kir ku bi metodên xwe ve pirsgirêk çareser kirin.
Parîn wiha axivî:
"Dema ku hûn diçin gundên herêmê hema hema her malê de du tişt hene. Yek uyduyên televizyonan ya din jî çek. Bi vî awayî gelek kes bûne xwedî çek. Lê der barê mirovê çawa hêrsa xwe kontrol bike de tu perwerde tuneye. Dema ku pevçûnek an jî pirsgirêkeke herî piçûk çêdibe ji bo çareseriyê heman çek tên bikaranîn ."
Parîn diyar kir ku di nav çend mehên dawîn de 35 kes mirin. Parîn destnîşan kir ku heta demeke kurt jî li herêmê di dozên xwînê de tu caran çek ji bo jinan û zarokan nehatine bikaranîn. Ev baş nayê nirxandin. Lê van demên dawîn de zarok û jin jî xistine nav van bûyeran û wiha got:
"Bi radyo, televizyon û medyayê ve dema ku mirov bixwazin kesekî bikujin rastî aternatîfên cuda hatin. Dema ku di medyayê de, di rêzefîlman de rast hatin ku jin û zarok jî dibin hedef, nêrînên wan guherî. Heta niha çek li hember jin û zarokan bi kar nedianîn lê îro ew jî ji bo wan bûne hedef."