Li hemû camiyên Tirkiyê sela hat dayîn
Li 90 hezar camiyên li temamê Tirkiyê ji bo 15ê Tîrmehê sela hat dayîn.
Ankara
ANKARA
Li 81 wîlayetên Tirkiyê li 90 hezar camiyî di heman wextî de ji bo salvegera 15ê Tîrmehê sela hat dayîn.
Bi biryara Serokatiya Diyanetê, bi dirûşmeya "Ji Derbeyên ku Azan Bêdeng Kirin, ber bi Selayên ku Derbe Bêdeng Kirin" ji bo bîranîna hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê li hemû camiyan di eynî wextî de sela hat dayîn û şehîd hatin bibîranîn.
Hat diyarkirin ku wê hemû camî heta nimêja sibehê vekirî bin û wê lembeyên wan jî neyên girtin.