13 Gulan 2016•Rojanekirin: 14 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da pevçûn derket, di pevçûnê da 6 leşker cangorî bûn û firokeya ku ji bo midaxeleyî terorîstan bike dema ku diçû herêmê ket û 2 pîlotên wê cangorî bûn.
Sererkaniyê diyar kir ku îro destê sibê di saet 04.50yî da li Herêma Baregeha Çixliyê ya li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da pevçûn derket, di pevçûnê da 6 leşker cangorî bûn û 8 leşker jî birîndar ketin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku firokeya Kobra ya ku ji bo midaxeleyî terorîstan bike dema diçû herêma Çuxurcayê di saet 05.50yî da qeza kir û ket, di qezayê da 2 pîlot cangorî bûn. Hat ragihandin ku qeza ji ber erizeyeke teknîkî çêbûye û der barê bûyerê da lêkolîn tên kirin.
- 6 terorîst hatin kuştin
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku teyareyên F-16, firokeyên teeruzê, teyareyên bêmirov û yekîneyên teqwiye sewqî herêmê kirin, hetanî nika 6 endamên rêxistina terorê hatin kuştin û operasyon dewam dikin.