Tirkiye

Li Hekariyê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Sayim Harmancı, Hikmet Temeş  | 11.06.2021 - Rojanekırın : 12.06.2021
Li Hekariyê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Hakkari

 Li Hekariyê malbatên PKKya rêxistina terorê zarokên wan revand çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin.

Hejmara malbatên li Kolana Cumhuriyetê kom dibûn bi beşdariya malbateke din va derkete 14an. Malbatên mexdûrê terorê bi alayên Tirkiyeyê û pankartan hetanî pêşiya Serokatiya bajêr a HDPyê meşiyan.

Malbatan di hefteya 10ê ya çalakiyê da bertek nîşanî HDPyê û PKKya rêxistina terorê dan û hewl dan ku dengê xwe bigihînin zarokên xwe.

Nîhal Çîftçiya ji bo kurê xwe yê revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû got ji bo dengê xwe bigihînin tên ba hev.

Çîftçiyê ji bo piştevaniyê bang kir û got dixwazin rûyê rêxistinê yê rastî nîşanî her kesî bidin û wiha pê da çû:

"Werin, netirsin, em bi hev ra bin. Em bi hev ra ewladên xwe ji çiyê daxin. Em, dayikên dilşewat dibêjin çava ku mafê her zindiyî heye bijî bi heman awayî mafê ewladên me yên li çiyê jî heye ku bijîn. Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Em bi hemû malbatên li nobeta ewladan ra dibêjin teror bi dawî be. PKKyê bide der dayikê bi ser bikevin. Dema PKK bide der cîgera dayikan ew ê neşewite. Em ê tu carî dev ji vê bernedin. Em ê wan zarokan bi destê wan ra bernedin. Hetanî xilas bikin ji vir ranebin. Muzîkê vedikin ku dengê me neyê bihîstin. Lêbelê tu quwetek tune ku ji bo em negihêjin ewladên xwe pêşî li me bibire."

Piştî daxuyaniya malpatan qasî demekê çalakiya rûniştinê kir û dirûşmeyên dijî HDP û PKKyê gotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın