Li Hekariyê li hêlekê bihar li hêla din jî zivistan tê jiyîn
- Li Hekariya ku bi tesîra bilindahî û awayê erdnîgariyê va germahiya hewayê li hin herêman ferq dike, li gundên çiyayî yên li ser navendê bi metreyan berf heye, lêbelê li navçeya Derecîkê ya xweza hişyar bûye, pez diçe çêre
Hakkari
SAYÎM HARMANCI/MESUT KAZAK - Li Hekariya ku berf zêde li erdê dimîne û ji ber vê çendê jî li Tirkiyeyê wekî "bajarê berfê" tê naskirin, ji ber şert û mercên erdnîgariyî, li hin herêman zivistan berdewam e lêbelê li navçeya Derecîkê bihar hatiye.

Li bajarê ku van salên dawîn berfeke zêde lê dibare, ji ber ferqa germahiyê ya di navbera herêman da du demsal di heman demê da tên jiyîn.
Li Hekariyê li cihên bilind û li hin gundên çiyayî piştî barîna vê berfa dawîn, stûriya berfê cih cihan gihîşt 3-4 metreyî û li van deran ekîbên berfê xebatê didomînin ku rê vekirî bimînin, ji aliyekî din va welatiyên ku debara xwe bi heywandariyê dikin jî li dijî berfê têkoşînê dimeşînin.

Şêniyên Taxa Nû ya raqim derdora 2 hezarî ya girêdayî bajaroka Durankayayê ya ku mal û axûr di bin berfê da mane, di karên xwe yên rojane yên avêtina berfê û alifkirina ajalan da berdewam in.
Li navçeya Derecîkê ya raqim 1450î jî bi germbûna hewayê ra daran kulîlk dan, mêrg bûn hêşînahî. Pez û dewarên ku bi mehan di hundir da hatin alifkirin jî hatin berdan û çûn çêre.
Ferqa demsalî ya di navbera bajaroka Durankayaya ku îro germahiya hewayê 3 pile hat pîvan û her wiha navçeya Derecîkê da ya ku germahî 13 pile hat pîvan, ji hêla ekîba AAyê hat kişandin.
Li navçeya ku bi hatina biharê ra li mêrg û çiyayan çêre hêşîn bûye, welatî ji xwe ra derketine seyranê.
Alican Akturkê Bursayî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, gava ew çav bi berfa di rêya Navenda Kaşûnê ya Mêrgabotanê da ket, ew gelekî heyirî ma.
Resul Çiftçi jî bal kişand ku zivistan dijwar derbas bû û li herêmê hema hema her roj berf barî.
Ferhat Ekinciyê şêniyê Derecîkê jî diyar kir ku li bajêr li hin herêman bi metreyan berf li erdê heye, lêbelê bi germbûna hewayê ra li Derecîkê demsala biharê xwe nîşan da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
