Tirkiye

Li Hekariyê bi veberhênanê va standarda navenda xweşiqitandinê hat zêdekirin

Sayim Harmancı  | 20.10.2021 - Rojanekırın : 21.10.2021
Li Hekariyê bi veberhênanê va standarda navenda xweşiqitandinê hat zêdekirin

Hakkari

 Li Hekariya zivistanê wa gelekî li ber xwe dide Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê bi parkurên tebiî, telesiyej, pîsta hat dirêjkirin û otêle teze hat çêkirin va ji bo sezonê tê amadekirin.

Navenda xweşiqitandinê 12 kîlomêtro li dûrî navenda bajêr e û bi 15 milyon lire veberhênanê va sîstema telesiyejê hat avakirin, pîst hatin dirêjkirin û ji bo navendê bigihînin standardên neteweyî û navnetewyî xebatên din jî dewam dikin.

Li navendê dirêjahiya pîstê ji 4 kîlomêtroyî derxistin 6 kîlomêtroyî, ji bo pirsgirêka qonaxê ya turîstên xwecî û biyanî otêl hat avakirin û ji bo werzişvanan îmkana kampê hat çareserkirin. Di xebatên avakirina otêla 50 ode, 126 nivî da hatin asta dawîn.

Li navendê xebatên sererastkirina hawirdorê jî dewam dikin, ji bo cendirme midaxeleyî bûyerên qeza, birîndarbûn û aşîtê bikin, çûyîn û hatinê kontrol bikin û ewlehiyê pêk bînin jî ciyê esayîşê yê 2 qatî jî tê avakirin.

Rêya ji rêya bajaroka Durankayayê hetanî navendê tê jî qasî 2,5 kîlomêtroyan hat asfaltkirin.

Navenda bi veberhênanên teze va li herêmê dibe ciyekî girîng bi temamkrina otêlê va ew ê ji gelek mêvanan ra malxweyîtiyê bike.

- "Hedefa me ew e ku dirêjahiya pistî derxin 7 kîlomêtroyan"

Îdrîs Akbiyikê Walî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van salên dawîn da li bajêr seferberiya veberhênan û xizmetê heye.

Akbiyik anî ziman navenda xweşiqitandinê ji hêla turîzma çiya, siruşt û berfê va girîng e û wiha axivî: "Me dirêjahiya pîstê ya ku 1500 mêtro bû di nav 3 salan da derxist 6 hezar mêtroyî. Armanca me ew e ku em derxin 7 hezar mêtroyan. 5 pîstên cuda hene, pîsta me ya pêşbirkê jî heye. Me par telesiyejeke 1150 mêtroyî çêkir. Em ê îsal jî li ser pîstê cihê meşê çêbikin. Em dixwazin di raqima 3 hezarî da kafeyekê jî çêbikin."

Akbiyik got tesîseke lêmayînê jî li vir heye û ew bendê ne ku ev otel di meha mijdar an jî çileya pêşîn da bê temamkirin.

Akbiyik wiha pê da çû: "Em ê kêmasiyên wê temam bikin û bikin xizmeta welatiyên me. Ev tesîs wê xwedî 50 ode û 126 nivînan be. Tê da sauna, hemam, salonên konferansê jî wê hebin. Ew ê feydeyê bide turîzma zivîstanê ya herêmê. Mihrîcana me ya berfê jî wê dewam bike. Bi taybetî ji Îran, Iraq, Şirnex, Wanê tên navenda xweşiqitandinê ya Hekariyê. Navenda xweşiqitandinê ji bo pêşbirkên neteweyî û navneteweyî cihekî baş e. Piştî asfalta rê jî bê çêkirin welatiyên me wê rehettir herin û bên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.