Tirkiye

Li Hekariyê 378 kîlo û li Agiriyê jî 773 lître madeya hişbirê hat bidestxistin

Zehra Tekeci Eser  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 26.11.2025
Li Hekariyê 378 kîlo û li Agiriyê jî 773 lître madeya hişbirê hat bidestxistin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên ji hêla cendirmeyan va hatin kirin da li Hekariyê 378 kîlo û li Agiriyê jî 773 lître hişbira avkî hat bidestxistin û şikbarek jî hat binçavkirin.

Wezîr Yerlîkaya di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê NSosyalê parve kir da got bi serkêşiya Serdozgeriyên Komarê yên Yuksekova û Taşliçayê û Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan li dijî madeyên hişbirê li Hekarî û Agiriyê operasyon hatin kirin.

Yerlîkaya got piştî xebatên îstîxbaratê yên Fermandariyên Cendirmeyan ên Bajêr ên Hekarî û Agiriyê û bi piştgiriya "Tîmên Êrîşê" operasyon hatin kirin.

Wezîr Yerlîkaya der barê operasyonan da agahî da û wiha got:

"Li Hekarî û Agiriyê di operasyonên ku ji aliyê cendirmeyên me va li dijî madeyên hişbirê hatin kirin da, me li Hekariyê 345 kîlogram skunk û 33 kîlogram metamfetamîn û li Agiriyê jî 773 lître metamfetamîna avkî bi dest xist. Me rê li ber girt ku ew li însanan bê belavkirin û zirarê bide tenduristiya gel. Kesek hat qefaltin û hat binçavkirin. Hişbir dijminê herî mezin ê mirovahiyê ye. Em ê li ser navê welatê me û mirovahiyê li dijî bazirganên jehrê yên ku curetê dikin ku vê yekê bikin, têkoşîna xwe bidomînin. Ez kesên ku keda wan heye pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın