Tirkiye

Li Hekariyê wargeha xwendekaran a 1000 kesane tê çêkirin

Wezareta Ciwanî û Sporê li Hekariyê dest bi çêkirina wargeheke ku 1000 xwendekarî hildide, kir.

İbrahim Atmaca  | 09.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
Li Hekariyê wargeha xwendekaran a 1000 kesane tê çêkirin

Hakkari

 Wezareta Ciwanî û Sporê li Hekariyê dest bi çêkirina wargeheke ku 1000 xwendekarî hildide, kir.

Walî û Cîgirê Şaredar Îdris Akbiyik li qada înşeata wargehê ku li taxa Merzanê tê çêkirin, geriya û ji rayedaran agahî hilda.

Akbiyik paşê derbasî taxa Keklîkpinarê bû û li derdora depoya avê ya ku hat çêkirin geriya, daxuyanî da rojnamegeran. Akbiyik diyar kir ku li bajêr di her qadê da bi projeyên ku dest pê dikin va xizmetên veberhênanê dewam dikin.

Akbiyik diyar Wezareta Ciwanî û Sporê îhaleya wargeheke ku 1000 xwendekaran hildide kir û ew li qada ku wargeh wê lê were çêkirin geriya û wiha dewam kir:

"Ji bilî vê wargeheke din a ku 1000 kesî hildide jî wê were çêkirin. Li zanîngeha me jî di etaba duyemîn da xebatên ku di avahiyên polan da tên kirin, dewam dike. Me li depoya avê ya şaredariya me jî dît. Li her qada Hekariya me şantiye hene. Ji aliyekî va xebatên xaza siruştî, ji aliyekî va seba bajêr xebatên me yên rêya asfalt bêton û ava vexwarinê dewam dikin. Armanca me ew e ku gelê Hekariyê xizmeteke baş hilde. Çi şaredarî çi jî wezaret û walîtiya me dibe, seba xizmeta Hekariyeke modern çi ji destê me tê, em dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın