Li Hekariyê pîqabek welgeriya şerampolê, 4 kes birîndar bûn
Hakkari
Li Hekariyê pîqabek welgeriya şerampolê, di qezayê da 4 kes birîndar bûn.
Pîqaba ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 06 EGF 985 e, li Taxa Merzanê li nêzîkî Dortyolê welgeriya şerampolê.
Li ser agahdarkirinê, polês û ekîbên tenduristiya bilez û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 4 xebatkarên Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Van Goluyê birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
