Li Hekariyê li ser rêya gundê ku ji ber aşîtê rêya wê hatibû girtin xebat hatin destpêkirin
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li ser rêya gundê ku ji ber aşîtê rêya wê hatibû girtin xebat hatin destpêkirin.
Beriya 3 rojan aşît ket ser rêya devê gundê Yeşiltaşa ku bi qasî 40 kîlometroyan dûrî navçeyê ye.
Li herêmê weke tedbîr 4 xanî hatibûn valakirin û hinek darên fêkiyan zirar dîtibûn û ji ber rîska aşîtê ne pêkan bû xebat bên kirin.
Ekîbên Şêfîtiya Şantiyeya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet a Parêzgehê bi çêbûna mercên keşûhewayê yên guncav ra dest bi xebatê kirin.
Ekîbên ku li ser rêya car bi car sitûriya berfê lê digihêje 5 metroyan hewl didin berfê bimalin û di demeke kurt da rê vekin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
