Tirkiye

Li Hekariyê ji ber berf û baranê qismekî rêya taxê tep bû

Sayim Harmancı, Hikmet Temeş  | 16.02.2026 - Rojanekırın : 16.02.2026
Li Hekariyê ji ber berf û baranê qismekî rêya taxê tep bû Hikmet Temeş

Hakkari

 Li herêma Durankaya ya Hekariyê, ji ber berf û baranê qismekî rêya taxê tep bû.

Li bajêr piştî berf û barana rojên dawîn, li nêzî Taxa Yenîyê qismekî rê tep bû.

Ji ber tepbûnê li ser rê erqên mezin vebûn û herwiha dîreka ceyranê ya ser rê şemitî, di encamê de zirar gihîşt xeta ceyranê.

Ekîbên Midûriya Bajêr ên VEDAŞê li herêmê xebat dan destpêkirin.

Ji niştecihên herêmê Hasan Tatli got ku bi germbûna hewayê re berf dihele, ji ber vê jî qismekî rê tep bû.

Tatli got, "Ji ber ku rê tep bû êdî mirov nikare bikarbîne. Li ser rê erqên mezin çêbûn. Vê gavê em nikarin bikarbînin. Herku berf bihele hêj wê ev erq mezin bibin. Berî du salan jî li vir rê tep bûbû."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın