Li Hekariyê dîmena bira bizinkoviyên ku diçêriyan hat kişandin
Hakkari
Li Hekariyê nêzî têketina bajêr dîmena bira bizinkoviyên ku diçêriyan, hat kişandin.
Hekarî bi cureyên gîha û nebatên xwe, çavkaniyên ava xwe û çil û çiyayên xwe va mazûvaniya gelek heywanên kovî dike.
Di salên dawî da bi parastina Midûriya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî, hêzên ewlehiyê û welatiyan va bizinkovî li hev zêde bûn û wekî bir li çil û çiyayên bajar û navçeyan digerin.
Bizinkoviyên ku cisnê wan tê parastin û nêçîra wan qedexe ye, li nêzî têketina bajêr, li berpala texma Serê Solan hatin dîtin.
Bizinkoviyan bala rêwiyan kişand û dema ku wekî bir diçêriyan, dîmena wan hat kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
