Li Hekariyê 2 terorîst teslîm bûn
Li Hekariyê di encama xebatên qanîkirinê yên polêsan da 2 terorîstên PKKyî teslîmê hêzên ewlehiyê bûn

Hakkari
Li Hekariyê di encama xebatên qanîkirinê yên polêsan da 2 terorîstên PKKyî teslîmê hêzên ewlehiyê bûn.
Di daxuyaniyê walîtiyê da hat diyarkirin ku peywirdarên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo deşîfrekirin û berîgirtina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di encama xebatên qanîkirinê yên polêsan da 2 terorîstên PKKyî teslîmê hêzên ewlehiyê bûn û wiha hat gotin:
"D jêpirsînê şexsan da hat tesbîtkirin ku yek ji wan li Sûriyeyê ji sala 2016an vir va di nav PYD/YPGya rêxistina terorê bi awayekî çekdar fealiyet kiriye, şexsê din jî di eyaleta 'gever'ê ya qaşo da ji sala 2014an vir ca fealiyetên çekdarî kiriye. Der barê mijarê da lêpirsîna edlî didome."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.