Li Hekariyê 2 nexweşxaneyên bi qebareyên 200 nivînî yên xwedî îzolatorên sîsmîk tên avakirin
Hakkari
Li Hekarî û Yuksekovaya navçeya wê ku li ser xeta erdhejê ye, 2 nexweşxaneyên bi qebareyên 200 nivînî yên xwedî teknolojiya îzolatorên sîsmîk, tên avakirin.
Wezareta Tenduristiyê bi mebesta zêdekirina qebareya xizmeta tenduristiyê, li Hekarî (Colemêrg) û Yuksekovayê (Gever) projeyên ji bo çêkirina saziyên tenduristiyê yên li hember erdhejê qewî, dikevin rewacê.
Li Hekariyê li taxa Bîçerê avakirina nexweşxaneyeke bi qebareya 100 nivîn, li ser qadeke 15 hezar metroçarçikî berdewam e.
Nexweşxaneya 8 qatî ku ji sedî 92yê înşaeta wê ya qebe qediyaye, bi 126 îzolator, bi awayekî li hember erdhejê qewî tê çêkirin û tê plankirin sala bê dest bi xizmetê bike.
Li tenişt Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê jî li ser qadeke 55 hezar metroçarçikî hîmê nexweşxaneya 6 qatî tê çêkirin, bi sitûnên fore hat qewînkirin.
Ev nexweşxane jî ji sedî 35ê wê temam bûye û tê çaverêkirin di nava 2 salan da biqede.
Bi temambûna herdu nexweşxaneyên ku dê qebareyên wê 100 nivîn be, dê kalîteya xizmeta tenduristiyê li bajêr zêde bibe.
- "Ev proje li ser esasê berxwedêriya erdhejê hatine amadekirin"
Serokê Xizmetên Xizmetên Piştevaniyê û Personelan ê Rêveberiya Tenduristiya Parêzgehê Necdet Demîr ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku nexweşxaneya ku li parêzgehê çêkirina wê didome bi 126 îzolatoran li hember erdhejê berxwedêr û bi awayekî modern tê çêkirin.
Demîr her wiha ji bo nexweşxaneya ku li Yuksekovayê tê çêkirin jî anî ziman ku nifûs li wê derdorê zêde ye û ev nexweşxane dê berfirehtir be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
