Elif Orhan
23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovayê terorîstan bi roketavêjan êrîşê wesayîta polêsan a zirxdar kir, di êrîşê de polêsek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin mensûbên PKKya rêxistina terorê bi roketavêjan êrîşê wesayîta polêsan a zirxdar a ku dewriye digeriya kirin.
Di bûyerê de polêsek birîndar bû, di wesayîtê de xisar çêbû. Polêsê birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.
Ji bo ku terorîst bên girtin li herêmê operasyon dan destpêkirin.