Li Hatayê bi mezinahiya 4,2yan erd hejiya
Hatay
Li Antaqyaya navçeya Hatayê di saet 12.20î da bi mezinahiya 4,2yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) hat parvekirin, navend navçeya Antaqyayê bi mezinahiya 4,2yan erdhejek çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
- Ji Walîtiyê daxuyanî
Di daxuyaniya Walîtiya Hatayê da wiha hat gotin, "Heta niha tu îxbar ji 112a Navenda Hawar û Gaziyê ra nehatiye. Geşedan tên şopandin."
Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Onturk jî diyar kir ku di rewşeke neyînî da welatî bira bi rêya "Elo 153" û "Maseya Spî" xwe bigihînin wan û wiha got, "Rastiya erdhejê mixabin xwe nade jibîrkirin. Tevî hemû ekîbên xwe em timî di amadebaşiyê da ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
