Tirkiye

Li Hatayê bayê gur û baranê tesîra xwe nîşan da

Kerim Saklar, Halis Kalkan  | 26.03.2024 - Rojanekırın : 27.03.2024
Li Hatayê bayê gur û baranê tesîra xwe nîşan da

Hatay

HATAY (AA) - Li Hatay û navçeyên wê, bayê gur û baranê tesîreke neyînî li jiyanê kir.

Ji ber bayê gur û baranê ya bi şev tesîra xwe nîşan da, li navenda bajêr li ser hin rêyan av gol bû.

Li navçeya Belenê bi tesîra bayê, dar welgeriyan. Li Taxa Cumhuriyetê baniyê avahiyekê firiya.

Li ser îxbara welatiyên hazir, ekîbên polês û îtfaiyeyê bo herêmê hatin sewqkirin.

Ekîbên polêsan li cihê banî firiye, rê girtin. Her wisa piştî ku ekîbên îtfaiyeyê dara welgeriyayî rakir, rê cardin ji trafîqê ra vebû.

Li navçeya Dortyolê jî ji ber baranê li ser rêyan av gol bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın