29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
ERZURUM
Menderes Erenê ku li Erziromê tevlî malbata xwe dijî û şivantiyê dike 4 sal berê dest bi spora patena lezayiyê kiribû û ji wek nûnerê Tirkiyeyê di nîvefînala şampiyoniya Ewropayê de cara ewil cih girtibû û vê serfiraziya xwe di şampiyoniya ku li Qatarê hat lidarxistin de jî careke din raxist pêş çavan û 4 madalyayên zêrîn û yek jî ya zîv qezenc kir.
Erenê 21 saliyê kurê Mezher û Sultanê ku di nav 6 xwîşk û birayan de yê herî mezin e digel serfiraziyên xwe di qada debarê de jî alîkariya malbata xwe de dike û perwerdehiya xwe û sporê jî didomîne.
Xwendekarê Fakulteya Zanistên Sporê yên Zanîngeha Atatirk Erenê ku bi beza kaşê dest bi sporê kiribû di demeke kurt de di hin qadê sporê de bi ser ket.
Eren di nîvefînala Şampiyoniya Ewropayê ya Patena Lezayî ku par li Almanyayê hat lidarxistin de baz da û di vê qadê de ji Tirkiyeyê bû sporvanê ewil ê ku di vê astê de cih girt. Eren serkeftina xwe di Qûpaya Patena Lezayî ya Qatarê ya Navneteweyî de ku di 19-20ê kanûnê hat lidarxistin de jî cih girt. Di organîzasyona li Qatarê hat kirin de 3 madalyayên zêrîn û yeka zîv û di pêşbaziya ku tevlî hevalê xwe Muhammed Karadenîz bazdan de jî madalyaya zêrîn qezenc kirin.
Sporvanê Tirkiyeyê bi saya hewl û xebatên xwe ve di demeke kurt de bû kaptanê tîma neteweyî û hevalên wî jî di nav xwe de jê re dibêjin "qral" û Eren dixwaze di nav qadroya ku wê beşdarî Olîmpiyatên Zivistanê ya 2018yan a li Koreya Başûr bê lidarxistin de cih bigire.
Menderes Eren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 5 sal berê dest bi vê sporê kir û ji bo bi ser bikeve gelek hewl da û xebitî û wiha dewam kir: "Di Patena Lezayî de hedefa min a ewil ew e ku ez bikaribim beşdarî olîmpîyatan bibim. Mehek bi şûn de li Rûsyayê şampiyoniya Ewropayê heye û ji ber pirsgirêkan dibe ku em neçin lê ez dîsa jî xebatên xwe didomînim. Armanca min a sereke ew e ku ez bikaribim beşdarî olîmpiyatên ku wê di sala 2018yan de bên kirin bibim."
- "Ez şivaniyê dikim û alîkariya malbata xwe didkim."
Eren got ku bavê wî heywandariyê dike û bi vê rêyê jî debara jin û zarokên xwe dike û wiha dewam kir: "Bavê min bi zor û zehmetiyan em xwedî kirin. Beriya bi sporê ve eleqedar bibim tevlî bavê xwe min şivantiyê dikir. Dema ku mekteb û antremanên min tunebin ez dîsa têma lî bavê xwe dikim. Du birayên min jî niha li gund şivantiyê dikin. Dema karê min tunebe ez jî diçim alîkariya wan û şivantiyê dikim. Ez niha sporvanê neteweyî me, bi xelat û derfetên ku ez xwedî me alîkariya malbata xwe dikim."