Tirkiye

Li gundê Qersê zarokan têra dilê xwe bi berfê lîst

İsmail Kaplan  | 01.12.2021 - Rojanekırın : 04.12.2021
Li gundê Qersê zarokan têra dilê xwe bi berfê lîst

Kars

Li Sariqamîşa navçeya Qersê piştî barîna berfê zarokan têra dilê xwe bi berfê lîstin.

Li Balixliya gundê Sariqamîşê bi barîna berfê erd çîl û sipî bû. Zarokên şa bûn jî derketin derva, xwe şiqitandin û gogeberf lîstin.

Hin zrokan jî xwe avêtin qada gogê û li ser berfê gog lîstin. Li gund dîmenên rengîn derketin holê û zarokan zehmetiya berfê vegerandin kêfê.

Yusuf Pedîsê zarok got ji bo barîna berfê gelekî kêfxweş bûn û wiha axivî: "Dema berf barî em kom bûn û me ji xwe ra lîst. Em ji berpalan xwe dişiqitînin, gog dilîzin û kêfxweş dibin."

Saît Karadenîz jî got li gund bi kêfxweşî dema xwe derbas dibin û wiha pê da çû: "Zivistan hat, em dilîzin. Me bi hevalan ra li ser berfê gog lîst."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın