Li Gola Xwê avabûna rojê dîmenên rengîn derxist holê
Aksaray
Li Gola Xwê (Tuz) a ku duyemîn gola herî mezin a Tirkiyeyê te rengên sor û gewez ên ku dema avabûna rojê li asîmanan çêbûn dîmenên gelekî xweşik derxistin holê.
Gola Xwê ya ku li herêma sînorên bajarên Ankara, Konya û Aksarayê digihêjin hev cî digire bi tebîeta xwe her sal mazûvaniya gelek turîstên herêmî û biyanî dike.
Li Eskîla navçeya Aksarayê şewqa roja ber bi avabûnê va ye li ser tebeqeya avê ya bi xwê pêçayî dibiriqe.
Ziyaretvanên hatin herêmê bi hesp û ATVyan safarî kirin û dîmenên xweşik ên avabûna rojê dikşînin.
Dursun Altanê xwediyê çewliga hespan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Eskîlê li Gola Xweê avabûna rojê dîmenên bêhampa derdixînin holê û got ku "Ez oêşniyaz dikim ku her kes li Eskîlê li Gola Xwê xweşikahiya dîmenên derketin ê avabûna rojê bibîne. Ez bangş her kesê dikim ku bila bên Gola Xwê."
