Tirkiye

Li Gola Kraterê ya Nemrûdê berfa li ser rê hê jî tê paqijkirin

Şener Toktaş, Ahmet Okur  | 17.04.2021 - Rojanekırın : 18.04.2021
Li Gola Kraterê ya Nemrûdê berfa li ser rê  hê jî tê paqijkirin

Bitlis

 Li Tetwana navçeya Bedlîsê li Gola Kraterê ya Nemrûdê ku cî bi cî qalindiya berfê digihêje 10 mêtroyî hê jî rê ji berfê tên paqijkirin.

Li Gola Kraterê ya Nemrûdê berfa li ser rê hê jî tê paqijkirin

Li Tetwana navçeya Bedlîsê li Gola Kraterê ya Nemrûdê ku cî bi cî qalindiya berfê digihêje 10 mêtroyî hê jî rê ji berfê tên paqijkirin. ( Şener Toktaş - Anadolu Agency )

Ekîbên Îdareya Taybet ya Bedlîsê ji 12ê Nîsanê vir va rê û dirbên Gola Kraterê ya Nemrûdê ji berfê paqij dikin.

Ekîb dixwazin di nav du rojan da rê û dirbên li Gola Kraterê ya Nemrûdê vekin ku gerok û turîstên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşan didin.

Şefê Şantiyeya Navendî ya Îdareya Taybet ya Bedlîsê Naîl Aşîtê daxuyanî da rojnamevanan destnîşan kir ku ji duşemê vir va li Gola Kraterê ya Nemrûdê rê û dirban ji berfê paqij dikin.

Aşîtê destnîşan kir cî bi cî qalindiya berfê digihêje 10 mêtroyî û wiha got, "Ji sedî 80yî rêya herêmê hatiye vekirin. Înşellah em ê di nav rojek-du rojan da bigihêjin ber golê. Ji ber ku serma heye û berf zêde ye hevalên me di nav şert û mercên dijwar da dixebitin. Helbet ji ber ku Gola Kraterê ya Nemrûdê ji bona turîzma welêt muhim e em dixwazin di nav du rojan da rê vekin. Me heta niha 20 hezar kîlomêtro rê ji berfê paqij kiriye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın