Tirkiye

Li Gola Çildirê sezona xizanka hespan bi dawî bû

Günay Nuh  | 27.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Li Gola Çildirê sezona xizanka hespan bi dawî bû Günay Nuh

Ardahan

Li Gola Çildirê ya li Çildira navçeya Erdexanê, bi nermbûna qeşaya li ser rûberê avê, sezona xizanka hespan bi dawî bû.

Gola Çildirê ya di navbera sînorên parêzgehên Erdexan û Qersê da ku yek ji giringtirîn destînasyona geştiyariya zivistanê ye, di mehên zivistanê da rûberê wê bi temamî diqerise û dibe navendeke cazîbeyê. Geştiyarên navxweyî û biyanî yên ku tên herêmê li xizankên hespan siwar dibin û li ser golê digerin.

Her wiha rêbaza masîgiriya "şêwaza Eskîmoyê" ku tebeqeya qeşaya li ser avê tê şikandin û masî tên girtin digel dîmenên xizankên hespan ji geştiyaran ra dibe navendeke eleqeyê.

Li gola ku bi piranî di dawiya meha adarê da bi germbûna hewayê ra êdî qeşa dest bi helînê dike, sezona xizankê bi dawî dibe. Di vê çarçoveye da êdî fealiyetên xizankê û yên din hatin bidawîkirin.

Li texma gundê Akçakaleya li keviya golê yê li aliyê Erdexanê Kurtuluş Kiliçê ku kargêriya xizanka hespan dike, anî ziman ku ev sezon bê kêşe qedandine.

Kiliç destnîşan kir ku ewê hespê wî "Destan" heta zivistaneke din bêhna xwe vede û got, "Ji ber ku di warê masîgiriyê da em xwedî ezmûn in em dizanin ka kîjan deman em nikarin derkevin ser qeşayê. Ji ber vê me ev biryar da êdî emê li benda zivistaneke din bin. Belê me helaliya xwe ji Destan xwest. Êdî maweya bêhnvedana 6-7 mehî ya Destan dest pê kir. Di sezona bê ya zivistanê da emê dîsa bi hev ra pêşwaziya geştiyaran bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın