Li Gola Çildirê ya rûberê wê bi temamî qerimî qelebalixiya dawiya hefteyê
Ardahan
Li Gola Çildirê ya ku dikeve navbera Erdexan û Qersê û rûberê wê bi temamî qerimî, liv û tevgera dawiya hefteyê zêde bû.
Kesên tên qeraxê golê yê li aliyê Erdexanê dimîne, li xizekên hespan siwar dibin û wextê xwe cuda derbas dikin.
Turîstên li ser cemedê derdikevin gerê, hewl didin dîmena golê bikişînin.
Turîstên xwemalî û biyanî jî bi taybetî bi xizekên hespan û motorên berfê va derdikevin gera li ser golê.
Huseyîn Serînê ji Stenbolê hatiye ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew gelekî tê Çildirê û wiha dewam kir, "Min îcar hevalên xwe jî anîn. Em niha pir kêfxweş in. Em herkesî vedixwînin Çildirê ku vê yekê tecrube bikin. Em niha li ser goleke qerimî ne ku li dinyayê tiştekî kêmdîtî ye, li Tirkiye û Ewropayê tenê ev e."
Ufuk Adayê xizekvanê hespan jî diyar kir ku 10 roj e wan sezon vekirî ye û her wiha gazî herkesî kir ku biçin dîtina xwezaya Gola Çildirê.

