Tirkiye

Li Girê Karakuşê etaba duyem a xebatên jeoradarê dest pê kir

İsmail Kaya  | 07.09.2021 - Rojanekırın : 09.09.2021
Li Girê Karakuşê etaba duyem a xebatên jeoradarê dest pê kir

Adıyaman

 Li Kahtaya navçeya Adiyemanê li quntarê Girê Karakuşê ya 2 hezar salî (Gora Abîdeyên Jinan) etaba duyem a xebatên jeoradarê dest pê kir.

Walîtiya Adiyemanê ji Wezareta Çand û Turîzmê destûra ji bo xebatên jeoradar û jeofîzîkê hewce dikirin hilda ku êdî dest bi xebatan bê kirin.

Bi saya van xebatan gora Îsasa jina Qralê Kommageneyê Antîochos, qîza wî Antîochîs û neviyê wî Aka wê bên diyarkirin.

Bi elektromanyetîkê cihên qasî 100 mêtro di binê erdê da ne tên tesbîtkirin ku tê texmînkirin gorên wan jî wê bi vî awayî bên dîtin.

Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Girê Karakuşê ji hêla Qralê Kommageneyê Mithridatesê 2yemîn ji bo dayika wî Îsasê hatiye çêkirin û dîroka wê digîhêje 2 hezar salî.

Alkan wiha axivî: "Hin cihan navê Girê Karakuşê wek Gora Abîdeyê ya Qralîçeyê derbas dibe ku ji ber qertelê li ser situnê jê wisa gotine. Armanca me ew e ku em deriyê destpêkê û gora abîdeyan tesbît bikin. Li qadê bermayiyên peykeran jî hene. Li ser situna rojhilatê bermayiyên peykerên şêr û qertelê, li ser situna rojava jî stêla destdayînahev, erdê jî peykerê şêr heye. Rojê ji hezarî zêdetir tên dîtina Girê Karakuşê. Dema ev xebat biqedin ev hejmar wê zêdetir be."

- Girê Karakuşê

Girê Karakuşê ya li Kahtaya navçeya Adiyemanê ye ji hêla Qralê Kommageneyê Mithridatesê 2yemîn ji bo dayika wî Îsasê hatiye çêkirin.

Dîroka wê digîhêje 2 hezar salî û ji ber qertelê li ser situnê jê ra gotine Girê Karakuşê. Li aliyê rohjilat, rojava û başûr çar situnên wê hebûne, lê niha li rojhilatê du situn, li rojava û başûr jî situnek maye.

Li ser situna rojhilatê bermayiyên peykerên şêr û qertelê, li ser situna rojava jî stêla destdayînahev û erdê jî peykerê şêr heye.

Girê Karakuşê wek destpêka devê Çiyayê Nemrûdê hatiye diyarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın