HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê kincên zivistanê li xwendekarên ku li gundên sînor dijîn hatin belakirin.
Arîkarî bi destê Midûriyeta Perwerdeya Navçeyê ve li gundên Daglica, Yeşîltaş, Tuglu û Tokaçê hat belakirin. Arîkarî dane bi qasî 200 xwendekarên ku li dibistanên seretayî dixwînin.
Midûrê Perwerdeya Navçeyê Necmettîn Kaya û Midûrê SYDVê Emîr Ozdîl kojik, pêlav û kinc li xwendekaran belav kirin.
Xwendekar ji ber arîkariyê gelekî kêfxweş bûn û ji rayedaran re spas kirin.