Tirkiye

Li Gazîentabê xwendekarên zanîngehê li dijî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin

Yusuf Orak  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 09.05.2024
Li Gazîentabê xwendekarên zanîngehê li dijî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin

Gaziantep

 Xwendekarên Zanîngeha Gazîentabê (GAUN) li dijî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Gelek xwendekarî beşdariya çalakiya li ber Serokatiya Daîreya Karûbarên Xwendekaran a GAUNê kir.

Rektorê GAUNê Prof. Dr. Arif Ozaydin tevî xwendekaran beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku li Amerîka û Ewropayê çalakiyên bi vî rengî tên kirin û lewma jî ew kêfxweş e ku xwendekarên zanîngehê çalakî dan destpêkirin.

Ozaydin wiha got, "Ez spasiya xwendekarên me dikim. Ez ji bo piştevaniya vê çalakiya wan a mafdar li vir im. Ez jî li dijî vê zilmê diqîrim. Bira mirovahî dengê me bibihîze. Em dixwazin qetlîam were rawestandin."

Çalakiya rûniştinê dê heya dawiya 9ê gulanê roja pêncşemê bidome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.