Türkan Tosun
09 Tebax 2020•Rojanekirin: 10 Tebax 2020
Li Qarkamişa navçeya Gazîentabê ji ber eraziyê şerê biçek çêbû, bav û kurek hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li taxa Alaçaliyê di baxçeyekî fistiqê da ji ber erazî û fistiqên hatine berhevkirin di navbera Î.B, A.B, N.B. û F.B. û H.A, M.A.A, Î.A. û Î.A. da şer derket.
Bav H.A. û kurê wî M.A.A. li cihê bûyerê bi tivingê hatin kuştin.
Di şer da 6 kesên birîndar bûn jî bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyan.
Î.B. yê ku tê îdiakirin tiving bi kar aniye hat binçavkirin.