Zekeriye Şimşek,Mehmet Akif Parlak,Adsız Günebakan,Okan Coşkun
06 Gulan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê minîbusek û mîksereke bêtonê li hev qelibîn, 9 kes mirin û 11 jî kes birîndar bûn.
Li ser rêya Îslahiye û Hatayê li taxa Axabeyê minîbusek û mîksereke bêtonê yên ku plaqe û navê şofêrên wan hê nehatine diyarkirin li hev qelibîn.
Li ser cawdayînê gelek ambulans çûn cihê qezayê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Di qezayê da jê kesek li nexweşxaneyê, 9 kes mirin û 11 jî kes birîndar bûn.
Ji birîndaran 2 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin û dermankirina 9 birîndaran jî hê dewam dike.
Waliyê Gazîentabê Kemal Çeber piştî çûyîna cihê bûyerê û serlêdana birîndaran li Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê daxuyanî da rojnamevanan.
Çeber anî ziman ku mîksera betonê ya ku ji îstiqameta Hatayê dihat ji rê derdikeve û derbasî aliyê din ê rê dibe û wiha axivî: "Mîkser li dolmîşa gund ya ku ber bi gundê Yeşîlyurtê va diçe diqelibe. Şofêr jî tê da 19 rêwî hebûne. Ji şofêrên me du heb sivîk birîndar bûne."
Walî Çeber daxuyand ku dozger, qaymeqam, ambulans, ekîbên AFAD, polês, cendirme û agirkujê di demeke kin da çûne cihê bûyerê û anî ziman ku dermankirina birîndaran dewam dike.
Çeber sersaxî da malbata kesên ku eqrebayên wan di qezayê da mirine û ji bo birîndaran jî şifa xwest.