Li Gazîentabê di operasyonên dijî qaçaxçîtiyê da 54 şikbar hatin girtin
Gaziantep
Li Gazîentabê di operasyonên dijî qaçaxçîtiyê yên di demên cuda hatin kirin da 54 şikbar hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Bajêr tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze li bajêr di demên cuda da 5 operasyon kirin.
Di navnîşana qaçaxçiyan da 6 hezar û 141 pakêt cixareya qaçax, 3 ton sotemeniya qaçax, 114 şûşe alkola qaçax, 13 telefonên bêrîkê yên qaçax, 26 demançe, 461 fîşeng û 30 şarjor.
Kar û barên şikbaran ên li ewlehiyê dewam dike.