Tirkiye

Li Gazîentab û parêzgehên derdorê tesîra kelekela germa havînê berdewam e

Adsız Günebakan, Cebrail Caymaz, Okan Coşkun, Sinan Doruk  | 10.08.2025 - Rojanekırın : 11.08.2025
Li Gazîentab û parêzgehên derdorê tesîra kelekela germa havînê berdewam e

Şanlıurfa

Li Gazîentab, Şanliurfa, Meletî û Kahramanmaraşê tesîra kelekela germa havînê berdewam e.

Li Gazîentabê termometreyan jora 40 pileyî nîşan dan û her wiha germahiya hewayê tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li navenda bajêr kuçe û kolanên qelebalix ên wekî Xaçerêya Maarîfê, Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ji ber germahiyê xalî man.

Şêniyên bajêr ji bo hênik bibin, li parq û cihên hêşînahiyê xwe dan ber siya daran û hinekan jî li ber kaniyan ser û rûyê xwe şil kirin.

Li Parqa Şahinbeyê jî zarokan li ber fisqiyeya avê lîstin û xwe hênik kirin.

- Şanliurfa

Li Şanliurfayê jî ku ji bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye, termometreyan 51 pile nîşan da.

Li bajêr kelekela germa havînê tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Termometreya li Bulwara Ataturkê 51 pile nîşan da. Her wiha welatiyên xwestin xwe ji tîrêjên tavê biparêzin, berê xwe dan cihên hêşînahî yên Binkeya Gola Masiyan, parqan û her wiha bin siya daran.

Li hin kargehan jî mişterî bi pergala vîzikandina ava bi bûxara sar va hênik bûn.

Kuçe û kolanên qelebalix ên bajêr ji ber germahiyê xalî man.

- Meletî

Li Meletiyê jî germahiya hewayê di ser asta demsalê da ye. Her wiha germahî tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr Kolana Înonu ya ku ji cihên qelebalix e, çûn û hatin kêm bû. Her wiha hin welatiyan jî wextê xwe li Sumer Parkê û cihên bi hêşînahî derbas kirin.

- Kahramanmaraş

Li Kahramanmaraşê ji ber germahiya ku di ser asta demsalê da ye, welatiyan berê xwe dan parq, hewz û cihên bi sih ku hênik bibin.

Hin welatiyan jî keysa xwe li dawiya hefteyê anîn û çûn seyrangehên li cihên bilind.

Ji ber germahiyê bi heman rengî kuçe û kolanên bajêr ên qelebalix xalî man.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın