Tirkiye

Li Gazîentab, Meletî û Şanliurfayê goristan û şehîdgeh hatin ziyaretkirin

Orhan Yoldaş, Rauf Maltaş, Mehmet Akif Parlak   | 20.07.2021
Li Gazîentab, Meletî û Şanliurfayê goristan û şehîdgeh hatin ziyaretkirin

Gaziantep

 Li Gazîentab, Meletî û Şanliurfayê bi minasebeta Eyda Qurbanê goristan û şehîdgeh hatin ziyaretkirin.

Li Entabê welatî piştî nimêja eydê çûn goristanên Esrî û Yeşîlkentê û qebrên eqrebayên xwe ziyaret kirin.

Hin welatiyan li ber qebran dia kirin, Qur'ana Kerîm xwendin. Hinekan jî kulîlkên li ser merzelan av dan.

- Meletî

Waliyê Meletiyê Aydin Baruş digel Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Ercan Dagdeviren, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Albay Necmi Înce şehîdgeha li Goristana Bajêr a Yeşîltepeyê ziyaret kirin.

Baruş û yên pê ra eyda eqrebayên şehîdan pîroz kirin, qurnefîl danîn ser qebrên şehîdan û dia kirin.

- Riha

Li Rihayê jî goristan hatin ziyaretkirin.

Welatî piştî nimêja eydê çûn goristanên li navenda bajêr. Welatiyan li vir qebrên eqrebayên xwe ziyaret kirin, dar û kulîlkên li ber goran av dan, dewrûbera merzelan paqij kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın