Tirkiye

Li Gabara ku stûriya berfê lê gihîştiye 2,5 metroyan hilberîna neftê bê navber didome

Ömer Yasin Ergin, Osman Bilgin  | 20.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Li Gabara ku stûriya berfê lê gihîştiye 2,5 metroyan hilberîna neftê bê navber didome Ömer Yasin Ergin

Şırnak

 Li quntara Çiyayê Gabara di nava sînorê Şirnexê da ku stûriya berfê lê gihîştiye 2,5 metroyan, hilberîna neftê ya ku bi hemahengiya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî tê meşandin, bê navber didome.

Xebatên danheva daneyên hejînê ku sala 2017an ji aliyê Hevbeşiya Ananonîm a Tirkiyeyê (TPAO) va li herêma Çiyayê Gabarê hat destpêkirin, bi keşfa neftê ya sala 2021ê kete serdemeke nû.

Fealiyetên hilberînê li Gabarê piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 12ê Çileya Pêşîn a 2022an da ragihand ku qadeke rezerva neftê ya bi qebareya 150 milyon bermîlî hatiye keşifkirin, zêdetir bûn.

Li herêma ku rojane 80 hezar bermîl neftê lê tê hilberandin, bi 30 bircên sondajê va xebatên ji bo keşfên nû tên ajotin.

Li vê herêmê, ku çalakiyên sondaj û hilberînê di heman demê da bi lêkolînên hejînê ra têne kirin, nêzîka 3 hezar kes bi awayekî rasterast û nerasterast derfetên kar peyda dikin.

Ekîb li ser esasê 24 saetê 7 rojan zivistan û havînê li erdnîgariya dijwar a Çiyayê Gabarê ya xwedî 1800 raqim, dixebitin.

Li quntara Çiyayê Gabarê ku sitûriya berfê lê gihîştiye 2,5 metroyan, di mehên zivistanê da ekîbeke 120 kesî ya maliştina berfê, bi 60 makîneyên kar, bêyî guhdana berf, bahoz û mijê ji bo ku rê hertim vekirî bihêlin bê navber dixebitin.

Nedîm Şenê ku di Rêveberiya Herêma Şirnexê ya TPAOê da endazyarê bînesaziyê ye ji nuçegihanê AAyê ra anî ziman ku li herêma Gabarê li 9 saheyan rojane 80 hezar bermîl neft tê hilberandin.

Şen destnîşan kir ku xebatên lêgerîna neftê û sondajê bi hevdemî bi fealiyetên hilberînê ra jî berdewam in.

Endazyar Şen anî ziman ku li xalên hilberîn û sondajê yên nêzîkî lûtkeyê, bi taybetî di mehên zivistanê da, di nava şert û mercên neyênî yên da têkoşanê didin.

Şen bal kişand ser wê yekê ku bi ekîbeke 120 kesî ya maliştina berfê, bi 60 makîneyên kar bê navber xebata xwe didomînin û got, "Ji bo hilberîn nesekine û her wiha em bigihêjin armanca Tirkiyeyê ya serxwebûna enerjiyê ya tevahî, em di nava berfa ku li hin deveran digihêje 2,5 metreyan da xebata xwe didomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın