Li Fethiyeyê kelek binav bû û 6 kesên tê da hatin xelaskirin, li kesekî winda digerin
Muğla
Li Fethiyeya navçeya Muglayê kelekek li qeraxê ket û binav bû. 6 kesên tê da hatin xelaskirin, ji bo kesekî xebata lêgerînê dan destpêkirin.
Li Taxa Oludenizê, peravên Plaja Kumburnuyê bagerê kelekek avêt qeraxê.
Kesên dîtin ku kelek li zinaran ket û binav bû, cab dan Navenda Bangewaziya Acil a 112ê.
Li ser êxbarê ekîbên Ewlehiya Qeraxan, tîmên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendirme (JAK) û ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Ekîbên tenduristiyê midaxeleyî 6 kesên xelaskirî kirin.
Ji bo kesekî din ê ku di kelekê da bû, xebata lêgerînê dan destpêkirin. Li herêma ku baran lê dibare, ekîbên xozneber ên Ewlehiya Qeraxan di behrê da, ekîbên cendirme jî li bejayê xebata lêgerînê dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
