Li Fatîha Stenbolê ji ber teqîna xaza sîruştî 2 avahî hilweşiyan
Waliyê Stenbolê Davut Gul ragihand, li Fatîhê piştî teqîna xaza siruştî 2 avahî hilweşiyan, ji binê kavilên avahiyan 7 kes hatin derxistin û sewqî nexweşxaneyê kirin, ekîb gihîştin kesekî din, lêgerîna kesekî din jî dewam dike.
Istanbul
Li Fatîhê 2 avahî hilweşiyan û kesekî ku di binê kavilê da ma, hat xelaskirin.
Li Taxa Ayvansarayê ser Kuçeya Ebeyê 2 avahî ji ber sedema ku hê nayê zanîn, hilweşiyan.
%2FAA-40898577.jpg)
Li ser êxbarê gelek ekîbên polês, îtfaiye, tenduristî û AFADê sewqî cihê bûyerê kirin.
Li herêmê tevdîra ewlehiyê hat hildan û kesekî ku di binê kavilê da ma, hat derxistin.
Ekîb li ser kavilan xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin.
%2FNew%20folder%2FAA-40897953.jpg)
- Waliyê Stenbolê Gul der barê teqîna xaza siruştî ya li Fatîhê da daxuyanî da
Waliyê Stenbolê Davut Gul ragihand, li Fatîhê piştî teqîna xaza siruştî 2 avahî hilweşiyan, ji binê kavilên avahiyan 7 kes hatin derxistin û sewqî nexweşxaneyê kirin, ekîb gihîştin kesekî din, lêgerîna kesekî din jî dewam dike.
Li Taxa Ayvansarayê ser Kuçeya Ebeyê li gor nirxandinê ji ber xaza siruştî teqîn çêbû û piştî teqînê 2 avahiyên bi hev va hilweşiyan. Walî Gul li ser kavilan tedqîqat kir û ji rayedaran agahî hilda.
Gul daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku di teqînê da du avahiyên rexê hev hilweşiyan, avahiyek 2 qatî, yek yek qatî ye.
Gul got, "Li gor tesbîtên ewil bi tevahî 9 kes di binê kavilan da man. Di kordînasyona qaymeqamê me da bi tevkariya AFAD, îtfaiye, Şaredariya Fatîhê, ewlehî, UMKE û saziyên din xebatên xelaskirinê dest pê kirin. Heta niha 7 kes sewqî nexweşxaneyê kirin. Ekîb gihîştin kesekî din, qasekî şûnda wê derxin. Ji bo hembajariyê me yê din jî xebatên dîtin û xelaskirinê dewam dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.İstanbul Valisi Davut Gül, Fatih'teki patlama sonucu çöken 2 binanın enkazındaki arama kurtarma çalışmalarına ilişkin açıklama yaptı
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) March 22, 2026
— 9 kişi yaralı olarak çıkartıldı, çeşitli hastanelere sevk edildi, hayati tehlikesi olan hiçbir hemşehrimiz şimdilik yok. Tedavi süreçleri devam… pic.twitter.com/MpIsmLDhtL
