Li Erziromê, di qezaya trafîkê ya zincîreyî da 27 kes birîndar bûn
Erzurum
Li Aşkaleya navçeya Erziromê, di qezaya trafîkê ya zincîreyî ya ku hejmarek zêde wesayît tevlî bûn da, 27 kes birîndar bûn.
Li ser rêbeja Erzirom-Aşkaleyê otobêsa rêwîyan, tir, mînîbus, makîneya kar, otomobîl û wesayita ticarî jî di nav da qezayek zincîreyî qewimî.
Hat ragihandin ku birîndar hene û ekîbên AFAD, tenduristî, agirkujî, polês û cendirmeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Bi ambulansan 27 kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Ji ber qezayê rê ji çûnûhatinê ra hat girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
