Tirkiye

Li Erzirom û Qersê rêya 32 cih û waran girtî ye

Muhammet Mutaf, Cüneyt Çelik  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 20.03.2024
Li Erzirom û Qersê rêya 32 cih û waran girtî ye

Erzurum

ERZURUM (AA) - Li Erzirom û Qersê rêya 32 cih û waran ji ber berfê hat girtin.

Li Erziromê ji ber berfa ku bi navber dibare, rêya 29 taxên çolterê hat girtin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.

Li Qersê jî ji ber şertên neyînî yên hewayê, li navçeya Akyakayê rêya 2 gundan, li navçeya Arpaçayê jî rêya gundekî hat girtin.

Li devera ku barîna berfê berdewam e, ekîb xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın