Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İdris Karaoğul,Günay Nuh,Muhammet Mutaf
08 Adar 2026•Rojanekirin: 09 Adar 2026
Li Erzirom û Erdexanê sir û serma, li Qersê jî berf û serma dewam dike.
Li Erziromê piştî berfa ku rojek berê barî hewa sar bû û serma hê dewam dike.
Li bajarê ku germahiya bi şev di binê sifirê da 8 pile hat pîvan li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Li ser banên xanî û kargehan şembelûk çêbûn, hin kaniyên mizgeftan jî bi qeşayê nixumîn.
Ekîbên şaredariyê li ser rê û peyarêyan paqijkirina berfê didomînin.
Li bajarê ku qalindahiya berfê 42 santîmêtro hat pîvan, di 24 saetên dawî da li mêtroqereyê 0.9 kîlo baran barî.
- Qers
Li Qersê sê roj in dem demî berf dibare û bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Mizgefta Fethiyeyê ya bi berfê spî bûye û dora wê dîmenên xweş derxistin holê.
Ekîbên şaredariyê li ser rê û peyarêyan paqijkirina berfê didomînin.
Ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li navçeya Sariqamîşê jî piştî berfê her der çîlspî bû.
Piştî berfa ku serê sibê barî daristanên Sariçamê û dar bi berfê nixûmîn.
Ji ber sermayê li ser banên xanî û kargehan şembelûk çêbûn.
Ekîbên girêdayî Midûriyeta Herêma 18emîn bi greyderan xebatên firehkirina rê dan destpêkirin.
Li navçeya Akyakayê jî berf barî û serma çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê sir û serma dewam dike.
Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 15 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Li ser banê xaniyan jî şembelûk çêbûn.