Li Erzirom, Erdexan û Qersê sir û seqem e
Erzurum
Li Erzirom, Erdexan û Qersê sir û seqem heye.
Li Erziromê bi navber berf dibare û baniyên avahiyan, wesayîtên parqkirî, kuçe û kolan spî bûn.
Piştî ku berf barî sir û serma çêbû, rê û peyarêyan jî qeşa kişand.
Hin welatiyan betanî li wesayîtên xwe werkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û sermayê jiyan kir tengasiyê.
Li navenda bajêr rê û peyarêyan cemed girt.
Li bajêr camên mal û kargehan qeşa kişand, heywanên kovî li xwarinê geriyan.
- Qers
Li Qersê jî sir û serma ye.
Ji ber sir û sermayê bi baniyên avahiyan û şadirvanan va şembelîk çêbûn.
Ekîbên şaredariyê cemeda rê û peyarêyan verotin û avêtin. Li bajêr çem û robar jî qerimîn.
