İlhami Erkılıç,Günay Nuh
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Li Erzirom û Erdexanê serma tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.
Li Erziromê ji ber sermayê qiraviyê avêt daran, camên wesayîtan cemed girtin.
Li bajêr nîvê şevê germahiya hewayê di bin sifirê da 13 pile hat pîvan, li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serma bi bandor e.
Li bajêr cih cihan mih derdikeve, dar û nebatan qiravî girt.
Her wisa li Erdexanê jî rê û peyarêyan cemed girt.