Tirkiye

Li Erziromê kesên ku malên wan di erdhejê da xisar ditîne şeva xwe li derva derbas kirin

Yunus Hocaoğlu, İlhami Erkılıç  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 21.11.2021
Li Erziromê kesên ku malên wan di erdhejê da xisar ditîne şeva xwe li derva derbas kirin

Erzurum

 Welatiyên ku malên wan di erheja Koprukoya navçeya Erziromê ya bi lerza 5,1ê da zirar dîtin şev di konan da derbas kirin.

Piştî erdhejê tîmên AFAD, Hîva Sor, Cendirme û Şaredariya Bajarê Mezin hatin taxên Topçu, Soylemez û Duatepeyê û alîkariya welatiyan kirin.

Tîman xwarin belav kir û kon vegirtin da ku kesên malên wan di erdhejê da zirar dîtine lê bimînin.

Muhammet Kirmaciyê mala wî di erdhejê da zirar dîtiye got ew ê şeva xwe di kon da derbas bikin û wiha axivî: "Xwedê ji wan razî be heval dixebitin. Em nikarin şev di malê da bimînin, xisar di mala me da çêbûye. Dewlet bi hemû hêzên xwe va li gundên me dixebite."

Fehîm Kirmaci jî got mala wî di erdhejê da zirar dîtiye û ew ê bi zarokên xwe va di konê AFADê vegirtiye da bimîne.

Tahir Kirmaci jî anî ziman dema wî heywanên xwe diçêrand erdhej çêbûye û wiha axivî: "Zarokan telefon kir ku erdhej çêbûye. Ez hankêva hatim malê, lê mala min û tewleya min hilweşiyabû. Niha mala min tune ku ez lê bimînim, em ê di kon da bimînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın