Li Erziromê du wesayît li hev qelibîn û kesek mir, 6 kes birîndar bûn
Erzurum
Li Erziromê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê da kesek mir, 6 kes birîndar bûn.
Li navenda bajêr li ser xaçerêya Kolana Rêya Tortumê û Kuçeya Sîteyên 1em, otomobîla plaqe 34 DFN 430 ya M.A. diajot û otomobîla plaqe 20 AGP 318 ya F.E. diajot li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Ajokarên otomobîlan û her wiha kesên di herdu otomobîlan da yên bi navê Ugur Sayir (35) H.B, O.D, O.Ç. û E.A. yên ku di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.
Ji birîndaran Sayir digel midaxeleyê nehat xilaskirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
